Jiyan

Li Bidlîsê "Pilingên berfê" ji bo vekirina rêyan bênavber li qadê ne

Şener Toktaş  | 11.02.2026 - Rojanekırın : 11.02.2026
Li Bidlîsê "Pilingên berfê" ji bo vekirina rêyan bênavber li qadê ne Şener Toktaş

Bitlis

 Li Bidlîsê ya ku demsala zivistanê dijwar e, ekîb bi şev û rojê ji bo maliştina berfê û gihîştina bênavber a deverên gundawar dixebitin.

Li Bidlîsê ku yek ji parêzgehên ku herî zêde berf lê dibare, ekîbên maliştina berfê yên girêdayî Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên zivistanê didomînin.

"Pilingên berfê" yên ku bi destpêkirina berfê ra derketin qadê, bi wêrekî li hember hemî dijwariyan zivistanê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Tevî metirsiya aşîtê ji ser çiyayên ku li hin deveran sitûriya berfê digihêje 5 metreyan, ekîb bê navber xebatên xwe didomînin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Adem Aydogdu, ji nûçegihanê AAyê ra got ku di nav herêma berpirsiyariya wan de 355 gund û 288 gundik hene.

Aydogdu diyar kir ku ew li seranserê parêzgehê li ser tora rêyên gundan a 3 hezar û 365 kîlometreyî dixebitin û wiha domand:

"Îsal, mîqdara berfa ku di nava nêzîkî meh û nîvekê da, barî gihîşt 4-5 metreyan. Heta niha, me li seranserê Bidlîsê bi 10 şantiye, 70 makîneyên înşaetê û 90 personelan li ser 18 hezar kîlometre rêyên li seranserê Bedlîsê xebata maliştina berfê kiriye. Ekîbên me, bi şev û roj bi lez û bez dixebitin, herwiha li dijî xetereyên berfê û ketina aşîtê xebata xwe didomînin."

Aydogdu ji welatiyan xwest ku îxbarên bêbingeh nekin û tekez kir ku ew ê 24/7 xebata xwe bidomînin da ku di tevahiya demsala zivistanê da veguhastina wan bênavber misoger bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın