Jiyan

Li Bidlîsê otomobîl û wesayîta bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn, 2 kes mirin û kesek birîndar bû

Harun Nacar  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 17.06.2025
Li Bidlîsê otomobîl û wesayîta bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn, 2 kes mirin û kesek birîndar bû

Bitlis

 Li Elcewaza navçeya Bidlîsê otomobîl û wesayîta bazirganiyê ya sivik li hev qelibîn û di encamê da 2 kes mirin û kesek birîndar bû.

Li ser rêbejaya Elcewaz-Erdîşê li xaçerêya nexweşxaneyê, otomobîla plaqe 34 DUE 955 a M.N.N. diajot û wesayîta bazirganiyê ya sivik a plaqe 65 ACL 638 a S.K. diajot li hev qelibîn.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û polêsan bo cihê qezayê hatin verêkirin.

Di qezayê da ajokarê otomobîlê û A.Nyê di otomobîlê da mirin, ajokarê wesayîta bazirganiyê ya sivik jî birîndar bû.

Birîndar bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hat veguhestin.

Piştî rakirina wesayîtên qezakirî, rêya ku ji bo demekê girtî ma, cardin ji trafîkê ra hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın