Li Bidlîsê di demsala biharê da jî têkoşîna bi berfê ra berdewam e
Bitlis
Li Bidlîsa ku zivistana wê dijwar derbas dibe, di rêyên gundên raqimbilind da yên ku stûriya berfê digihîje çend mêtreyan, di demsala biharê da jî têkoşîna bi berfê ra didome.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo ku çûn û hatina deverên çiyayî raneweste û welatî mexdûr nebin, xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Ekîbên ku xebatên xwe bê navber didomînin, di rêya gundê Yukarikaraboyê yê girêdayî navenda parêzgehê da xebata berfê meşand ku stûriya berfê cih cihan digihîje 5 mêtreyan.
Naîl Aşîtê şefê şantiyeya navendê ya Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji rojnamegeran ra diyar kir ku wan ji bo vekirina rêya gundê Yukarikaraboyê yê girêdayî navenda parêzgehê xebat da destpêkirin.
Aşît bal kişand ku di rêya gundê raqimbilind da ya ku derdora 8 kîlometreyan e, stûriya berfê cih cihan digihîje 5 metreyan û wiha got, "Em plan dikin ku heya sibê rê vekin. Li hin deverên welatê me demsal bihar e, lê ber bi dawiya meha adarê, em hê jî têkoşîna bi berfê ra didomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
