Jiyan

Li Bidlîsê "bêrîvan" ji bo pêz bidoşin her roj derdikevin zozanê

Haydar Şahin  | 23.06.2020 - Rojanekırın : 24.06.2020
Li Bidlîsê "bêrîvan" ji bo pêz bidoşin her roj derdikevin zozanê

Bitlis

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê bêrîvan her roj gelek rê dimeşin ku herin li zozanan pêz bidoşin.

Heywandarên li Yenîcîka gundê 40 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê piştî zivistanê pezê xwe dirdixin zozanan.

Bêrîvanên gund jî her roj ji bo herin Zozana Oviyê pêz bidoşin kêmzêde 20 kîlomêtre rê dimeşin.

Bêrîvan her roj ligel germahiyê hin caran dimeşin hin caran bi keran derdikevin zozanê û piştî ku pêz didoşin jî dîsa li heman rêyê vedigerin.

Bêrîvanên di rojê da du caran li zozanê pêz didoşin ji şîr, mast û penêr çêdikin û difroşin.

- Ber destê sibê bi rê dikevin

Maşallah Demira dayika 6 zaran a bêrîvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ber destê sibê radibin ji zaran ra taştê amade dikin.

Demirê got piştî karên nav malê xilas dikin derdikevin rêya zozanê û wiha pê da çû "Em 3 saetan dimeşin û tên li zozanê pêz didoşin. Em şîrê didoşin tînin malê. Em di rojê da 2 caran tên zozanê. Karê me zor e lêbelê bi kêf e. Lewra zozan gelekî xweş e. Li gund jiyan dijwar e. Ez di rojê da 30 mîyî didoşim. Em bi şîr va penêr û mas çêdikin û difroşin."

Kader Demirê jî got ber destê sibê ji bo pêz bidoşin derdikevin rê.

Demir destnîşan kir ku di rojê da 2 caran derdikevin zozanê û wiha axivî: "Em tên Zozana Oviyê. Piştî ku pêz didoşin şîrê xwe hildidin vedigerin gund. Dema barê me giran be gelekî zihmetiyê dikişînin. Di heman demê da em karê nav malê jî dikin. Jiyana gundan zor e lê em hîn bûnê. Em bi kêfxweşî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.