Li Bidlîsê berf barî
Li Bidlîsê barîna berfê ku ji duh va binavber didome, tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Bitlis
Li Bidlîsê barîna berfê ku ji duh va binavber didome, tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Li Bidlîsê barîna baranê ku çend roj e dibare, ber êvarê ciyê xwe da berfê.
Şêniyên bajêr yên ku çend roj berî meha nîsanê, çavê xwe li rojeke ku berf dibare vekirin, dest bi paqijkirina berfa li ser wesayîtan û herwiha ya li ber mal û kargehan kirin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe kolanan paqij kir.
- Hişyariya şepeyê
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir ewrayî be û baran dê bibare.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê rojhilatê nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Herwisa tê texmînkirin ku li navendên parêzgehan germahiya herî bilind li Wan û Mûşê 8, li Hekariyê 5 û li Bidlîsê jî 3 pile be.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo pal û ciyên bilind ku berf lê heye, hişyariya şepeyê dan û destnîşan kirin ku divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.