Li Bidlîsê avahiyên dîrokî bi berfê spîçîl bûn
Bitlis
Li Bidlîsê avahiyên dîrokî û turîstîk di binê berfê da man.
Li bajarê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, berf di jiyana rojane da tengasiyê dide kişandin.
Li navenda bajêr di çarçoveya projeyên "Islahkirina Jora Gelî" û "Çêkirina Kuçeyan" da cihên dîrokî hatin restorekirin û piştra ji bo şevê bi ronahiyê hatin xemilandin.
Li vê dera dîrokî piştî ketina berfê dîmenên xweş derketin holê û bala welatî û ziyaretvanan kişand.
Digel ku hewa sar e, welatî derketin derva û li van deran gelek wêne kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
