Li Bidlîs, Tuncelî û Meletiyê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Bitlis
Li Adilcewaz, Guroymak, Hîzan û Mutkiya navçeyên Bidlîsê ji ber berfê hemû dibistan hatin tetîlkirin, li navçeyên navendê, Xelat û Tetwanê û gundan jî dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr bi wesayîtan diçin û tên hatin tetîlkirin.
Li Puturge û Arapgîra navçeyên Meletiyê jî dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr bi wesayîtan diçin û tên ji ber berfê hatin tetîlkirin.
Li Tunceliyê jî ji ber qeşa û hişkiyê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
