Li Bidlîsê xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet diçin Awistiryayê
Bitlis
BITLÎS (AA) - Li Bidlîsê xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet, di çarçoveya bernameya Erasmus+ da diçin Awistiryayê.
Bi rêya projeyên ku li bajêr têne bicihanîn, xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet, derfeta çûna dervayî welêt bi dest dixin.
Ji Dibistana Pîşeyî ya Perwerdehiya Taybet a Ahmet Erenê, 6 xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet û 5 mamoste, dê di çarçoveya bernameya Erasmus+ da serdana Viyanaya paytextê Awistiryayê bikin.
Berî derketina rê, xwendekaran serdana Rêveberê Perwerdehiya Neteweyî yê Parêzgehê Vedat Kaya kir.
Kaya diyar kir ku projeyên wan, him dibin sedema pêşveçûna pîşeyî û jî xwepêşxistina kesayî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
