Jiyan

Li Bidlîsê wesayîta bazirganiyê ya sivik welgeriya newalê, 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

Berfin Sidar Aşit  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 18.02.2026
Li Bidlîsê wesayîta bazirganiyê ya sivik welgeriya newalê, 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

Bitlis

 Li Guroymaka navçeya Bidlîsê, wesayîta bazirganiyê ya sivik welgeriya newalê, ji heman malbatê 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.

Wesayîta bazirganiyê ya sivik a plaqeya wê nehat bidestxistin ya ku Îzzettîn Alpcan diajot, di rêya gundê Sakliyê da ji kendal tot bû û welgeriya newalê.

Li ser îxbara ji bo 112 Navenda Hawarê, ekîbên tenduristî, cendirme, îtfaiye û AFADê bo deverê hatin sewqkirin.

Bi xebata ekîban kesên di wesayîtê da ji wesayîtê hatin derxistin lê 3 kes jê mirin.

Her wiha 5 kesên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın