Jiyan

Li Bidlîsê nexweşa li mezreya rêya wê hat girtin, bi xebata ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin

Orhan Alca  | 31.12.2025 - Rojanekırın : 31.12.2025
Li Bidlîsê nexweşa li mezreya rêya wê hat girtin, bi xebata ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin Orhan Alca

Bitlis

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê, Sînem Korkmaza astengdar a 61 salî ya ku li mezreya rêya wê ji ber berfê hat girtin nexweş ket, bi xebata ekîban bi nexweşxaneyê ra hat gihandin.

Ekîbên rêveberiya taybet a navçeyê yên ku xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin, alîkariya peywirdarên tenduristiyê jî dikin ku nexweşan bigihînin nexweşxaneyê.

Xizmên Sînem Korkmaza astengdar a 61 salî ya ku li mezreya Durakê ya gundê Xeydayê nexweş ket, ji ber ku rê girtî bû û nikaribûn biçin nexweşxaneyê, ji rayedaran alîkarî xwestin.

Li ser vê yekê, ekîbên tenduristiyê û yên têkoşîna berfê bo herêmê hatin şandin.

Ekîban bi xebateke bi qasî 2 saet û nîvan rê vekir ku peywirdarên tenduristiyê xwe bi nexweşê ra bigihînin.

Korkmazê ji malê heya ber ambulansê li ser sedyeyê, bi destê peywirdaran hat birin û ji vir jî di kontrola ekîban da bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın