Li Bidlîsê muxtara ku nû hatiye hilbijartin ji bo xizmeta gund zend û bendên xwe vemalîn

Bitlis
Li gundê Gungorena ser bi Hîzana navçeya Bidlîsê, Melek Okur a 23 salî ku 1ê hezîranê bi hilbijartinê weke muxtara nû hat hilbijartin, ji bo xizmeta gundê xwe û 2 gundikên ser bi gund, dest bi kar kir.
Okura ku 31ê adara 2024an di Hilbijartina Îdareyên Xwecihî da weke ezaya muxtar hat hilbijartin, piştî ku muxtarê gund ji wezîfeyê hat dûr xistin, wekaletan tayina wê hat kirin.
Li gundê Gungorena bi qasî 45 kîlometroyan dûrî navçeyê, Okurê di hilbijartina ku 1ê hezîranê hat kirin da xwe kir namzêd. Okurê ji 56 dengdêran dengê 31 kesî sitand û bû muxtar.
Okura ku li seranserê navçeyê take muxtara jin e, xizmetê pêşkêşî gundê xwe 2 gundikên bi gund va girêdayî, dike.
Muxtara ciwan ji bo çareserkirina pirsgirêkên gund û herdu gundikên ku bi giştî 25 xanî lê ne û nifûsa wan 65 kes e, li tenişt çareserkirina pirsgirêkên rê û binesaziyê, dest bi xebata gihandina alîkariyên civakî jî kir.
Okura ku li gund û gundikan mal bi mal digere û li daxwazên welatiyan guhdar dike hewl dide digel saziyan têkiliyên xwe xurt bike û bihevkariya wan xebatên xwe bidomîne.
Okurê anî ziman ku ew yek ji ciwantirîn muxtarên welêt e û ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew par di hilbijartinan da bûye ezaya muxtar, piştî jikardûrxistina muxtar ji aliyê Qaymeqamê berê Nurhalîl Ozçelik va wekaletan weke muxtar hatiye tayînkirin.
Okurê diyar kir ku piştî hilbijartina muxtariyê ya vê taliyê weke muxtar hatiye hilbijartin û wiha pê da çû:
"Ezê hewl bidim ku ji bo gund û gundikên xwe çi ji destê min were, bikim. Ez ji bo xizmetê bûme muxtar. Di serî da emê hewl bidin pirsgirêkên weke rê, av û şebekeyê bên çareserkirin. Dewleta me hertim li pişta me ye. Ji ber ku ez take muxtara jin a Hîzanê me, derî heta piştê ji min ra vedibin her kes dibe alîkar û piştgiriyê dide."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.