Li Bidlîsê ji bo vekirina 49 rêyên gundan ên ku berfê girtine, xebat dewam dikin

Bitlis
Li Bidlîsê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên avêtina berfê û vekirina rêyan didomînin.
Li bajêr ji ber berfa ku du roj berê ket, rêya hin gundan hat girtin.
Ekîb bi 50 makîneyên kar û 75 personelan va dixebitin ku di demeke kin da rêyên girtî vekin.
Midûrê Şantîyeya Navend a Îdareya Taybet a Bajêr Naîl Aşît ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku li bajêr ji 219 rêyên gundan ên ku 2 roj berê ji ber berfê hatibûn girtin, jê 170 rê hatin vekirin.
Aşît diyar kir ku ji bo vekirina rêyan xebatên wan didomin û wiha got: "Bi destpêkirina berfê ra em derketin qadê. Em 24 saetan dixebitin. Em hewl didin ku rêya gundên xwe zûtirî vekin. Ji bo ku welatiyên me mexdûr nebin, em têdikoşin."
Cindî Karayelê ku li gundê Yayalarê dijî jî got ku rêya gundê wan hat vekirin û wiha axivî: "Mesafeya gundê me û navendê ji 50 kîlomêtroyan zêdetir e. Rêya me herî zêde rojekê girtî dimîne. Ekîb tavilê rêya me vedikin. Xwedê ji dewleta me û ekîbên ku berfê paqij dikin razî be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.