Tirkiye, Jiyan

Li Bidlîsê derxistina têrên fasulyeyê hişk dest pê kir

Serdar Adıyaman  | 07.09.2025 - Rojanekırın : 07.09.2025
Li Bidlîsê derxistina têrên fasulyeyê hişk dest pê kir Serdar Adıyaman

Bitlis

Li Bidlîsê derxistina têrên fasulyeyê hişk ê di qedera 110 hezar dekar zeviyî da hatibû çandin, dest pê kir.

Ramazan Çolakê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Bidlîsê li navçeya Xelatê beşdariya xebata derxistina fasulyeyê hişk kir.

Çolak bi hilberîneran ra hat cem hev û der heqê xebatên wan da agahî sitandin. Çolak ji mensûbên çapemeniyê ra destnîşan kir ku li Bidlîsê bi tevahî di milyonek û 413 hezar dekar erdî da hilberîna çandiniyê tê kirin ku jê di qedera 110 hezar dekar da fasulyeyê hişk tê danîn.

Çolak diyar kir ku li bajêr ew serê dekarê bi nîvekî 350 kîlogram fasulyeyê hişk bi dest dixin û wiha dewam kir:

"Me par derdora 37 hezar tonî berhem bi dest xist. Îsal jî bi îzna Xwedê em ê zêdetirî 37 tonî berhemî bi dest bixin. Em li parêzgeha me her wiha li ser 3 hezar dekar erdî hilberîna ji bo tovê jî dikin. Em ji vê jî derdora 1100 tonî berhemê pêşbînî dikin û di hilberîna tovê da jî parêzgeha me li Tirkiyeyê di rêza yekem da ye. Em vê gavê di fasulyeyên hişk da têran radikin û em ê 10 rojan li benda hişkbûna wan bisekinin. Bi şûnda em ê dîsa bi makîneyan van bikutin."

Cotkarê Xelatî Faruk Canevî jî bal kişand ku ew di fealiyetên xwe yên çandiniyê da sûdê ji teknolojiyê distînin.

Enver Işikê Wekîlê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeya Xelatê jî hevaltiya Çolak kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın