Li Bedlîsê daristanên Hîzanê bi rengên payîzê xemilîn
Bitlis
Bi hatina payîzê ra li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê daristan bi rengên payîzê xemilîn
Navçeya ku bi flora xwe ya dewlemend û daristanên xwe yên berfireh derdikeve pêş bi sarbûna hewayê ra bi rengên cûda yên zer, porteqalî û sor xemilîn.
Hîzana ku bi mîrateya xwe ya dîrokî û bedewiya xwe ya xwezayî ya bêkêmasî tevahiya salê bala hezkiriyên xwezayê dikişîne, di vê demsalê da şahiyek dîtbarî pêşkêşî mêvanan dike.
Dîmena bêhnfireh ya navçeyê ku bi rengên payîzê hatiye xemilandin bi droneyê hat kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
