Haydar Şahin
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
KAYSERÎ
Mustafa Atliyê 72 salî yê ku li Qeyseriyê dijî ev 66 sal e li kuçeyên Bazara Mezin a dîrokî çayê belav dike.
Mustafa Atli di 6 saliya xwe da ji bo ku alîkariyê bide bavê xwe yê ku bi kaşkeya hespan nanê xwe bi dest dixist li çayxaneyê dest bi şûştina îskanan û paqijiya dikanê kir, piştî ku ji leşkeriyê vegeriya jî li dikana ku vekir karê xwe domand.
Atli her roj destê sibê ji mala xwe derdikeve û diçe dikana xwe ya li Bazara Mezin a 500 salî, dikanê paqij dike û bi awayê ku li ber destê hosteyê xwe hîn bûye çayê dem dike. Atliyê bavê 4 zarokan her roj li kuçeyên Bazara Mezin a dîrokî çayê li esnaf û mişteriyan belav dike.
Atli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi kêfxweşî karê xwe dike.
Atli destnîşan kir ku esnafê herî berê yê Bazara Mezin ew e û got, "Li vê bazarê her kes ji min hez dike û rêzê nîşan dide."
Atli got bîriya demên berê dike û wiha axivî: "Li vê derê kekekî me yê ku navê wî Arîf Çetîn bû hebû. Çaxê me çay dibir dikana wî fehm dikir ku tengasiyeke me heye an tune. Kaseya xwe ya ji pola vedikir û pişta xwe me da dikir û digot qasî hewcedariya xwe pereyan hilde. Ji bo ku em şerm nekin bi xwe pere nedida. Li vê derê gelek kesên wek kekê Arif hebûn."
Atli got hetanî li ser xwe be ew ê vî karî bidomîne xw wiha pê da çû: "Meriv dibê ji karê xwe hez bike. Heke me ji karê hez nekira hetanî nika me nikaribû bidomanda. Ji ber ku ji karê xwe hez dikim her roj destê sibê têm dikana xwe vedikim. Heke meriv bêdil karekî bike ji nexweşiyan xilas nabe. Hetanî nika ez carekê ji dilê xwe emeliyat bûm, wek mayîn aciziyeke min tune."