Jiyan

Li Bayburtê Şelaleya Sirakayalarê qerisî

Beşir Kelleci  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Li Bayburtê Şelaleya Sirakayalarê qerisî

Bayburt

 Li Bayburtê Şelaleya Sirakayalarê ku di her demsalê da bedewiyeke wê ya cihê heye, bi bandora serma û seqemê qerisî.

Şelaleya di nava sînorê gundê Sirakayalarê ya bi qasî 16 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, û navê xwe jê sitandiye, di warê geştiyariyê da li herêmê cihekî giring e.

Li herêma Şelaleya Sirakayalarê bi şev germa hewayê bi qasî 15 pileyan daket binê sifirê û şelale qerisî. Şembelîlkên qeşayê yên ku di şelaleyê da çêbûne, ku hin ji wan ji 10 metroyan dirêjtir in, dîmeneke bêhempa pêşkêş dike.

Hin mêvanan wêneyên şelaleya ku bi qeşayê venixumiye jî kişandin.

Ji geştiyaran Nazli Arganê ji nûçegihanê AAyê ra got ku wê ji ber ku şelaleya qerisî meraq dikir, bibîne hatiye herêmê.

Arganê diyar kir ku şelaleya qerisî dîmenên xweşik afirandine û got ku herêm di her çar demsalan da bedewiyên cûda pêşkêşî mêvanên xwe dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın