Jiyan

Li Baxên Îremê ên pêşa Çiyayê Agiriyê xweşikahiya payîzê

Bi hatina payîzê ra darên Baxê Îremê bi rengên zer, qehweyî, kesk û sor va xemilîn, kesên ku ji siruştê hez dikin jî berê xwe dane herêmê

İbrahim Atmaca  | 18.11.2019 - Rojanekırın : 21.11.2019
Li Baxên Îremê ên pêşa Çiyayê Agiriyê xweşikahiya payîzê

Iğdır

 Baxên Îremê ên li pêşa Çiyayê Agiriyê bi rengên payîzê va ziyaretvanan cezb dike.

Di nav Baxên Îremê da bi dehan darên fêkiyan ên curbecur, darên bî û qewax hene.

Bi hatina payîzê ra dar bi rengên zer, qehweyî, kesk û sor va xemilîn, kesên ku ji siruştê hez dikin jî berê xwe dane herêmê.

Baxên Îrem li pêşa Çiyayê Agiriyê di nav eraziyên dêmî da ye û bi menzereya xwe ya payîzê va li benda ziyaretvanên xwe ye.

Serokê Kulûba Wêne Ger Çand û Siruştê ya Îdirê Muhammed Akkuşê ku danasîna herêmê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê Baxên Îremê bi rengên payîzê va pir xweş bûye û bi darên rengîn va xemilî ye.

Akkuş diyar kir, Baxên Îrem her demsal xweş dibe û û divê meriv were û bibîne û wiha dewam kir, "Weke bihar û havînê, payîzê jî pir xweş dibe. Kesên ku ji kişandina wêneyan û gerê hez dikin, berê xwe didin vê derê, lewra her koşekî wê weke cinetê ye û xweş e."

Li Baxên Îremê ên pêşa Çiyayê Agiriyê xweşikahiya payîzê

Baxên Îremê ên li pêşa Çiyayê Agiriyê bi rengên payîzê va ziyaretvanan cezb dike. Di nav Baxên Îremê da bi dehan darên fêkiyan ên curbecur, darên bî û qewax hene. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )

Akkuş diyar kir ku bi taybetî di salên dawîn da ziyaretvanên Baxên Îremê roj bi roj zêde bûn.

Hunermendê wêneyan Mert Ekmekçî jî got ku wan bi kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin ra li herêmê çalakiyên curbecur li dar xistin.

Ekmekçî diyar kir ku Baxên Îremê ji bo hinermendên wêneyan cihekî jêneger e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.