Jiyan

Li Batmanê di şewatê da kesek mir û 14 kes ji dûmanê zirar dîtin

İbrahim Toprak  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 17.10.2025
Li Batmanê di şewatê da kesek mir û 14 kes ji dûmanê zirar dîtin

Batman

 Li Batmanê di şewata ku di daîreyeke apartmanê da derket kesek mir û 14 kes ji dûmanê zirar dîtin.

Li Taxa Kardelenê di xaniyê qata duyemîn ya apartmanekê da, ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir derket.

Welatên bi şewatê hesiyan agahî dan ekîban û ekîbên îtfaiye, tenduristî û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Di şewata ku ji aliyê tîman va hate vemirandin da, hat tespîtkirin ku Abdulmenaf Gornu (77) ku di daîreyê da dijiya, jiyana xwe ji dest daye.

Di şewatê da 14 kesên ku ji dûmanê zirar dîtibûn jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın