Li Batmanê welatiyekî ji bo fistiqên ji baxçeyê xwariye pere û notê helaliyê hîşt
Li Batmanê welatiyekî ji baxçeyekî fistiq xwar, 40 lire pere û notê ji bo helaliyê xiste poşetê û danî wê derê.
Batman
Li Batmanê welatiyekî ji baxçeyekî fistiq xwar, 40 lire pere û notê ji bo helaliyê xiste poşetê û danî wê derê.
Cevat Beycayê li texma Maharê ya li Kuyubaşiya gundê navendê fistiqên xwe kom dikir di poşetekê da parçeyek kaxiza notê û 40 lire pere dît.
Beyca daxuyanî da nûçeguhanê AAyê û got di notê da "Me hinek fistiqên we xwarin. Heqê xwe helal bikin. Xwedê bereketê zêde bike." hatibû nivîsandin, ji ber vê gelekî hestiyar bû û ew ê wî pereyî bide hewcedarekî.
Beyca wiha axivî: "Ez ê vî pereyî hem li ser navê wan hem jî li ser navê xwe bidim hewcedarekî."