Jiyan

Li Batmanê çiyager hilkişiyan Çiyayê Meretoyê

Metin Özmen  | 03.06.2025 - Rojanekırın : 05.06.2025
Li Batmanê çiyager hilkişiyan Çiyayê Meretoyê

Batman

Li Sasona navçeya Batmanê çiyagerên ku li hev civiyan bi hev ra hilkişiyan Çiyayê Meretoyê.

Bi organîzasyona Nûnertiya Mêrdînê ya Federasyona Çiyageriya Tirkiyeyê (TDF), tîma Mêrdînê ya Şaxa Lêgerîn û Xelaskirinê (AKUB) ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), Kluba Werzişê ya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Siruştê ya Çiyageriyê ya Mêrdînê (MARKUT) û Kluba Werzişên Siruştê û Çiyageriyê ya Şanliurfayê (URFADOSK), ekîbeke ku qasî 30 kesan pêk tê hilkişiyan Çiyayê Meretoyê ku 2,978 mêtro bilind e.

Çiyager piştî rêwîtiyeke 5 saetan gihîştin lûtkeya çiyê.

Nûnerê Mêrdînê yê TDFyê Hasan Îmrek daxuyand ku wan hilkîşîna çiyê bi serkeftî temam kiriye û spasiya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û Midûriya Navçeyê ya Werziş û Ciwaniyê ya Sasonê kir.

Serokê MEB-AKUBê ya Mêrdînê Ahmet Velat Kurşun jî anî ziman ku ew cara ewil beşdarî vê çalakiyê bûye û spasiya Îmrak û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr a Mêrdînê Alî Eyyupkoca kir.

Endama Lijneya Rêvebiriya URFADOSKê Candan Ozena ji Şanliurfayê hatiye jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku wî bedewiyên li çiyê dîtiye.

Omur Burcu Şanliya ji ekîba MARKUTê jî got wê çend caran dev ji hilkişîna çiyê berdaye, lê hevalên wê piştgirî dane wê ku ew bigihêje lûtkeyê û dema wê xwe gihandiye lûtkeya çiyê westandina xwe ji bîr kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.