Li Batmanê çandiniya sîrên mehîna ya tescîldar destpê kir
Batman
Li Heskîfa navçeya Batmanê çandiniya sîrên mehîna ya xwedî nîşaneya cografî ya tescîldar destpê kir.
Piştî ku li gundê Kayikliyê amadekariyên çandinê temam bûn, hilberîner sîrê ku par ji hêla Ofîsa Patent û Marqeya Tirkiyê ve bi nîşana erdnîgarî hatibû tescîlkirin, diçînin.
Mehmet Beşîr Aytenê ku li ser deqarekî erdê xwe dest bi çandina sîrên tescîlkirî kir, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ev berhem dikare salekê bêyî ku xera bibe bidome û tama wê pir xweş e.
Aytenê derbarê xebatên çandiniyê da agahî da û wiha dewam kir:
"Em sîrê xwe yek bi yek dixin binê erdê. Sîrê me bê av şîn tên. Par, ji ber ku baran nebarî, me zêde berhem negirt. Em dîsa diçînin, lê em hêvî dikin ku îsal baran bibare. Berhemdartir û xweşiktir be. Ev sîr siruştî ne. Em tenê zibilê ajelan diavêjin zeviyê."
Hîlberîner Mehmet Sait Ayten jî destnîşan ki ku di nêzîka du donim erdê xwe da sîr çandiye.
Ayten anî ziman ku dema çandiniyê gundî palpiştiya hev dikin û got, "Sîrên me dema ter in şêrîn in, lê wexta hişk dibin şekirê wan namîne. Em serê zivistanê diçînin û di meha hezîranê da diçinin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
