Jiyan

Li Batmanê çêkirina dimsa ji tiriyê mezrone ya tescîlkirî dest pê kir

Li navçeya Kercewsê hilberîneran dest bi çêkirina dimsê ji tiriyê mezrone ya tescîlkirî ya ku li qadeke 40 hezar dekarî hatiye çandin, kirin

İbrahim Toprak, Şahin Seçen  | 15.10.2025 - Rojanekırın : 21.10.2025
Li Batmanê çêkirina dimsa ji tiriyê mezrone ya tescîlkirî dest pê kir Şahin Seçen

Batman

 Li Kercewsa navçeya Batmanê ji bo çêkirina dimsê ji tiriyê mezrone ya tescîlkirî agirê binê sîtilan hat pêxistin.

Li navçeyê bi destpêkirina mehsereya tiriyê mezrone ya tescîlkirî ya ku li ser 40 hezar donim erdê hatiye çandin welatî hem ji bo pêkanîna hewcehiyên xwe hem jî ji bo firotinê xebateke giran dikin.

Hilberîner ji bo ku ji tiriyê mezrone ku li herêmê gelekî tê xwarin û gelekî bi tahm e dimsê çêkin sibehê zû dest bi karê xwe dikin.

Cotkar tiriyên ji rezan hatine berhevkirin li traktoran bar dikin û di makîneyên guvaştinê da diguvêşin û ava tirî derdixînin.

Cotkar axezerê li nav ava tirî dikin, ava tirî dikelînin û kefa serê çêdibe dihlînin û dikelînin û paşê hildidin sîtilên vêsandinê. Cotkar paşê dîsa ava tirî berdidin sîtilan û heta bibe dims biqasî 3-4 saetan dikelînin.

Bi vê rêbazê biqasî 50 lître ava tirî 10 lître dims derdikeve. Hilberîner têra malbata xwe jê dihlînin û yê mayî jî difroşin.

- "Welatiyên me van berheman gelekî tercîh dikin"

Qaymeqamê Kercewsê Muhammed Oztaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku qîmeta marqeya tiriyê mezrona yê ku di sala 2024an da hat tescîlkirin, zêde bû.

Oztaş got ku tahma tiriyê mezrone gelekî xweş e û wiha axivî:

"Welatiyên me vê tiriyê hem dixwin hem jî bi rêbazên ededî dimsa wê û gelek berhemên din jê çêdikin û vê tahmê derdixînin astên jortir."

Oztaş da zanîn ku li navçeyê li ser 40 hezar donim erdê tiriyê mezrone hatiye çandin ê behs kir ku bi destpêkirina mehsereyê ra ji bo welatiyan jî mesaiya çêkirina dims, benî, helîlê jî dest pê dike û ev gotin:

"Ev berhem ji ber ku hem şifaya wan zêde ye hem jî mîrateya kevneşopî ye welatiyên me van berheman gelekî tercîh dikin, di heman demê da xwedî nirxeke aborî ne jî. Hilberînên mer berhemên ku ji vê bi dest dixin fifroşin û piştgiriyê didin aboriya malbatên xwe."

- "Dims nebe nabe"

Beşîr Demirê li mezraya Oteyakayê ya li ser gundê Kirkatê dijî got ku li navçeyê heyama çêkirina dimsê dest pê kir.

Demir got ku mesaiya dimsê bi mehsereya tirî dest pê kir û wiha axivî: "Em ji bo şifayê dimsê dixwin. Têra malbata xwe dihlînin yê zêde jî difroşin û piştgiriyê didin aboriya malbata xwe."

Hasan Yilmazê ku li Stenbolê dijî û di heyama rezberdanê da hat gundê Kirkatê ev gotin:

"Rezê me heye. Em havînê wextê xwe bi van ra derbas dikin. Çêkirina dimsê kevneşopiya me ye. Dims nebe nabe. Min ji rez tirî berhev kir û dims çêkir. Ez ê dimsa ku min çêkiriye ji zarokên xwe yên li Stenbolê ra bibim."

Ayşe Demira ji jinên ku li gundê Kirkatê dimsê çêdikin jî got ku ji bo çêkirina dimsê sibehê zû dest bi karê xwe dikin.

Demirê qal kir ku çêkirina dimsê zehmet e û diyar kir ku di taştê da dimsê tevî mast dike û wisa dixwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın