Jiyan

Li Başûrê Rojhilatê şelale û sûlavên ku tesîra hişkahiyê li ser wan çêbû, bi ava berfê ra gef û gur diherikin

Bestami Bodruk, Halil İbrahim Sincar  | 16.02.2026 - Rojanekırın : 16.02.2026
Li Başûrê Rojhilatê şelale û sûlavên ku tesîra hişkahiyê li ser wan çêbû, bi ava berfê ra gef û gur diherikin Bestami Bodruk

Diyarbakir

Li Diyarbekir û Mêrdîna ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji aliyê çandinî û turîzmê va bajarên girîng in, berfa ku ket şelale û sûlavên ku tesîra hişkahiyê li ser wan çêbû, cardin gef û gur kirin.

Li Diyarbekir û Mêrdînê bi helîna berfê ra ava binerd zêde bû, şelale û sûlavên ku miçiqîbûn, cardin diherikin.

Çavkaniyên ku li Çunguşa navçeya Diyarbekirê vebûn, gihîştin hev û bûn wekî şelale û ava wan gihîşt Bendava Ataturkê.

Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê jî "travertenên Emrûdê" ku çend sal in ji ber hişkahiyê miçiqîbûn, bi barîna berf û baranê ra ava wan cardin herikî û gur bûn.

Gelek sûlav û şelaleyên ku diherikin Çemê Karasuyê yê li navçeya Mazîdagê jî cardin gef û gur bûn.

Endamê hîndekariyê yê Zanîngeha Artukluya Mêdrînê Prof. Dr. Yusuf Dogan diyar kir ku bi berf û baranên dawî ra rezervên avê tije bûn û sewiyeya avê di navbera 3 û 5 qatan da zêde bû.

Pisporan bal kişand, ava ku zêde bû, seba hilberîna çandinî, hevsengiya ekosîstem û ewlehiya avê gelekî girîng e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın