Li Balikesîrê di qezaya trafîkê ya zincîr da 3 kes mirin û 6 kes birîndar bûn

Balikesir
Li Gonena navçeya Balikesîrê di qezaya trafîkê ya zincîrî da 3 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 10 CFP 58 ku Ahtim K. diajot, û otomobîla bi plaqeya 34 BUP 842 ku Ahmet K. diajot li texma taxa Sarikoyê li ser rêbeja Gonen-Bîgayê li hev qelibîn. Piştra otomobîla bi plaqeya 35 BSB 878 ku Abdullah A. diajot jî hat li wan qelibî.
Di qezayê da ajovan û yên di nava otomobîlan da Yaşar E, Seda K, Jale A, Eslem A, û Omer Poyraz A, birîndar bûn.
Li ser îxbara kesên derdorê ekîbên îtfaiye, cendirme, polîs û Tendirustiya Acil a 112ê hatin cihê bûyerê.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gonenê. Ji birîndaran Ahmet K, Ahtim K, û ji rêwiyan Yaşar E, tevî hemî midaxeleyan canê xwe ji dest dan.
Ji ber qezayê maweyekî rê ji hatûçûnê ra girtî ma, piştî ku wesayit hatin rakirin rê vebû û trafîk herikî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.