Li Balikesîrê serwîsa xwendekaran welgeriya, 9 kes birîndar bûn
Balikesir
Li Bandirmaya navçeya Balikesîrê serwîsa xwendekaran welgeriya, 9 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku şofêrê wê N.T. û plaqeya wê 10 S 10065 e li Taxa Kulefliyê ji kontrolê derket û welgeriya.
Di qezayê da şofêr û 8 xwendekar birîndar bûn.
Li ser cabdayînê ekîbên tenduristiyê hatin cihê qezayê û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bandirmayê.
Qasî demekê aliyekî rê ji ber qezayê girtî ma, lê piştî ku wesayît ji rê hat rakirin, hatin û çûyînê dîsa dest pê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
