Jiyan

Li bakurê Sûriyeyê li kampên koçberan ji ber barîna berfê gelek kon hilweşiyan

Ömer Koparan  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Li bakurê Sûriyeyê li kampên koçberan ji ber barîna berfê gelek kon hilweşiyan

Azez

 Li bakurê Sûriyeyê li navçeyên Efrîn û Ezazê ji ber barîna berfê gelek konên li kampên koçberan hilweşiyan, hinek rê hatin girtin.

Herêmên Ezaz, Bab û Efrînê yên ku bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatin paqijkirin, bi barîna berfa ku nîvê şevê dest pê kir va spîçîl bûn.

Li Efrîn û Ezazê barîna berfê her çiqas serê sibehê sekinî jî lê rêyên kampên li van navçeyan hatin girtin.

Her wisa ji ber şertên neyînî yên hewayê gelek kon jî hilweşiyan.

Sûriyeyên ku bi derfetên xwe yên hindik va konên xwe paqij kirin, ji saziyên alîkariyê piştevanî xwestin.

Şêniyê kampê Mihemed Hîşam di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Piştî barîna berfê, konên me bi ser me da hatin xwarê. Bi şev baranê nişkêva vegerand berfê.

Ji bo yên di konan da barîna baranê ji berfê çêtir e. Dema berfê dest pê kir, kon hatin xwarê. Kon di xew da bi ser jin û zarokan hatin xwarê. Zirar gihîşt bi qasî 50 konî."

Hîşam bangî saziyên alîkariyê kir ku di şertên zivistanê da alîkariya wan bikin.

Şêniyê kampê Vedî Yacûr jî wiha got, "Ji ber sermayê me betanî avêtibûn ser kon. Gava berfê bandora xwe nîşan da kon bi ser me da hatin xwarê. Me hewl da ku em kon serast bikin, lê çênebû. Lewma em derbasî cem cîranê xwe bûn. Xêrxwazan êzing dabûn lê têrê nekir. Em ji dewrûberê plastîkan berhev dikin ku bişewitînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.