Li Bîngol, Elezîz û Şirnexê rêya 96 cih û waran girtî ye
Bingöl
Li Bîngol, Elezîz û Şirnexê rêya 96 cih û waran ji ber berf û bagerê hat girtin.
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bîngolê hat wergirtin, ji ber berfê 6 cih û warên girêdayî navendê, ji navçeyan jî li Adakliyê 1, li Gencê 37, li Karliovayê 2, li Kigiyê 5, li Solxanê 7, li Yayladereyê 6 û li Yedisuyê jî 8 bi tevahî 72 cih û war rêya wan ji ber berfê hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan 110 personel bi 53 wesayîtan va dixebitin.


- Elezîz
Li bajêr barîna berfê û her wiha bager tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li gorî agahiya ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navçeya Baskîlê rêya 18 gundan, li Qereqoçanê jî rêya gundekî girtî ye.
Ekîb xebatên xwe yên vekirina rêyên 19 gundan didomînin.

- Şirnex
Li Şirnexê jî li navçeya Beytuşebabê rêya 4 cih û waran û li Uludereyê rêya cih û warekî ji ber berf û bagerê hat girtin.
Xebatên ekîbên berfê yên rêbeja û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê berdewam in.

