Li Bîngolê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
Bingöl
Li Bîngolê wesayîtek welgeriya, di qezayê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê A.B. (20) û plaqeya wê 23 AGS 892 e li ser rêya Bîngol-Gencê li nêzîkî fabrîqeya tuxlayan welgeriya û derbasî aliyê din yê rê bû.
Di qezayê da şofêr û 2 kesên ku di wesayîta da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Şofêr A.B. yê ku rewşa wî giran e bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gencê, birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
A.B. li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
