Jiyan

Li Bîngolê wesayîtan nîvtîcarî û otomobîl li hev ketin, 13 kes birîndar bûn

Rüştü Nesip Çiftçi, Rıdvan Korkulutaş  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Li Bîngolê wesayîtan nîvtîcarî û otomobîl li hev ketin, 13 kes birîndar bûn Rüştü Nesip Çiftçi

Bingöl

Li Bîngolê wesayîta nîvtîcarî û otomobîl li hev ketin û 13 kes birîndar bûn.

Wesayîta nîvtîcarî ya ku plaqeya wê 38 GG 275 e û navê şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin û otomobîla ku plaqeya wê 44 AFT 124 e û navê şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin, di rêya Bîngol-Solxanê da li Çaryana Giravê Avjen li hev ketin.

Di qezayê da 13 kes birîndar bûn.

Li ser êxbarê ekîbên UMKE, ambulans, cendirme û îtfaiyeya Şaredariya Solxanê sewqî herêmê kirin.

Ekîban şofêrê ku di wesayîta nîvtîcarî da asê bûbû, derxist.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan. Hat gotin ku ji birîndaran rewşa yekî giran e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın