Jiyan

Li Agiriyê termomêtreyan di binê sifirê da 24 pile nîşan da

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 24 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.

Türkan Tosun  | 26.01.2021 - Rojanekırın : 27.01.2021
Li Agiriyê termomêtreyan di binê sifirê da 24 pile nîşan da

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 24 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî û perçeewrayî be, germa hewayê wê li gor şertên demsalî 2 û 4 pileyan zêde be.

Ji hêla başûr va car caran wê bayekî nerm, hin caran jî bayekî nîveqewî wê rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 24, li Qersê 19, li Erdexanê 17, li Îdirê 13, li Erziromê 10, li Erzinganê 6 û li Tunceliyê 4 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 8, li Erzincanê 2, li Erziromê sifir, li Agiriyê di binê sifirê da 12, li Erdexanê di binê sifirê da 7, li Qersê di binê sifirê da 6 û li Îdirê di binê sifirê da 2 pile tê payîn.

Qalindahiya berfê ji navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 105, li Sariqamîşê 53 û li Konakliyê 29 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li herêmê serê sibê û bi şev qeşa, cemed, mij û moran tê payîn û li pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîra xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın