İbrahim Atmaca
11 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 16 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî be û qeşa, qerm û mij tê payîn.
Li gor texmînê derdora Qers û Erdexanê şilope û berf wê bibare û germa hewayê wê li gor demsaşê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 4, di binê sifirê da li Agiriyê 16, li Qersê 14, li Îdir û Erdexanê 7, li Erziromê 4 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Erzincanê 10, li Erziromê 4, di binê sifirê da li Agiriyê 6, li Îdirê 3, li Erdexanê 2 û li Qersê pileyek tê payîn.
Qalindahiya berfê li Palandokena navenda kaşûnê 38, li Sarîqamîşê 31 û li Konakliyê 29 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa û qerm tê payîn, şofêr di serî da ji welatî û rayederan hat xwestin ku tevdîra xwe hildin.