Li Agiriyê mal bi berfê venixumîn, li Qersê xwendekaran bi lîstikan kêf kir
Ağrı
Li Agiriyê bi ketina berfê ra mal û miştemilatên din bi berfê venixumîn, li Qersê jî xwendekaran ji berfê qada lîstikê çêkir û keysa xwe li barîna berfê anîn.
Li Agiriyê bi hatina berfê ra ya bi navber bariya, mal û miştemilatên din spîçîl bûn. Welatiyan bi berfokan berfa li ser baniyan avêt.
Ayhan Daşdemirê ji welatiyan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku zivistan dijwar derbas dibe û berfa sala îsal zêdetir e.
Daşdemir bal kişand ku barîna berfê jiyanê dixe tengasiyê û wiha dewam kir, "Berfa îsal pir e. Li ser baniyê malê ji metreyekî bêtir berf heye, ji sibehê da dixebitim."
Li navçeyên Bazîd û Taşliçayê jî berfê jiyan kir tengasiyê.
Ji aliyekî din va cihên berf lê bariye bi dronê hat kişandin.
- Qers
Li gundê Yerlikavakê yê Akyakaya navçeya Qersê jî xwendekaran li qada lîstikê ya ji berfê çêkir, ji xwe ra kêf kir.
Xwendekarên çûn hewşa Dibistana Seretayî ya Yerlikavakê li qada lîstikê ya bi xwe çêkir, bi dilê xwe lîstin.
Xwendekarên bi lîstina lîstikên li ser berfê va kêfxweş bûn, keysa xwe li berf û zivistanê anîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
