Jiyan

Li Agiriyê li zozanên di bin belekiyên berfê da karê dijwar ê şivanan dest pê kir

Li herêma Gola Masiyan a navçeya Taşliçayê, di vê meha biharê gulanê da ya bi şilî û şoyî, şivanên diçin ber pez pir zehmetiyê dikişînin

Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 16.05.2024
Li Agiriyê li zozanên di bin belekiyên berfê da karê dijwar ê şivanan dest pê kir

Ağrı

 Bi hatina biharê ra li deverên gundewarê şêniyên gundan bi beramberî ucreteke diyar şivan girtin û kirin ber pezê xwe yê ku li zozanan derdixin çêreyê. Şivan di vê dema demsalê da tevî zehmetiya pezçêrandinê, li dijî şert û mercên hewayê yên wekî berf, zîpik, baran û sermayê ra jî têdikoşin.

Li navçeya Taşliçayê ya zivistana wê zehmet derbas dibe, herêma Gola Masiyan nîvê salê di bin berfê da ye û ku tevî 4 mezreyên xwe, gundên Tanyolu û Adakentê lê ne ku raqima wan 2 hezar û 200 e û 35 kîlometre jî dûrî navenda navçeyê ne.

Şivanên ku bi hatina biharê ra diçin ber pezê gundiyan, di meha gulanê da tevî zehmetiya pezçêrandinê, li dijî şert û mercên hewayê yên jî têdikoşin ku carinan baran li wan dike û carinan jî zîpik dide wan.

Şivan serê sibê zûtirê pez ji gund derdixin, dibin çêreyê û heya dibe êvar paşê vedigerin tên gund.

Şivanên ku di vê serdema salê da ya bi şilî û şoyî, ji bo ku serma nekin kincên stûr li xwe dikin û her wiha bi beramberî ucreta ku ji şêniyên gund distînin jî pê debara xwe ya salê dikin.

Şivan Îbrahîm Artan diyar kir ku Gola Masiyan û dewrûbera wê bilind e û lewma bihar dereng tê herêmê.

Artan bal kişand ku hem şertên coxrafyayê giran in û hem jî hewa pir sar e û wiha dewam kir, "Em sibê zû rabûn, me dît ku berf bariye, me pez berda çêre. Di heman rojê da çar demsal xwe nîşan didin."

Fesih Artan jî diyar kir ku ew hefteyek berê hatin gund û li çiyayên ku ew pez dibin çêre jî carinan berf dibare.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın