Jiyan

Li Agiriyê di "Festîvala Berf û Cemedê ya 1em" da peykerên ji berfê û kaşûnbazên neteweyî eleqe dîtin

İbrahim Atmaca, Abdullah Tel  | 04.03.2021 - Rojanekırın : 05.03.2021
Li Agiriyê di "Festîvala Berf û Cemedê ya 1em" da peykerên ji berfê û kaşûnbazên neteweyî eleqe dîtin

Ağrı

 "Festîvala Berf û Cemedê ya 1em" ku li Agiriyê hat lidarxistin, li qada ku ji berfê peykerên Qesra Îshaq Paşa, keştiya Nuh û avahiyên dîrokî yên li herêmê hatine çêkirin, dest pê kir.

Festîval bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê, kordîneya Şaredariya Agiriyê û bi tevkariya Walîtî, Weqfa Pêşketin, Perwerde û Çandê, Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê ya Agiriyê (AÎÇU) û Weqfa Îbrahîm Çeçen tê lidarxistin û di çarçoveya festîvalê da nêzî Navenda Xweşiqitandinê ya Kupkiranê endamên hîndekariyê di 3 rojan da ji berfê peyker çêkirin, berf boyax kirin û alaya Tirkiyeyê çêkir.

Di vekirina festîvalê da rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Paşê Alîkara Wezîrê Çand û Turîzmê Ozgul Ozkan Yavuz, Walî Osman Varol û Funda Varola jina wî, Şaredar Savci Sayan û Gulşah Sayana jina wî û Rektorê AÎÇUyê Prof. Dr. Abdulhalîk Karabulut qurdêle hat birîn û festîvalê dest pê kir.

Yavuza Alîkara Wezîr di festîvalê da axivî û destnîşan kir ku li bajêr nirxên pir bi qîmet ên weke Çiyayê Agiriyê, Qesra Îshaq Paşa hene.

Yavuzê diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî seba danasîna bajêr girîng in û wiha dewam kir:

"Weke Wezareta Çand û Turîzmê bi pêşengiya Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û bi telîmata Wezîrê Me Mehmet Nurî Ersoy ji bo ku em bigihêjin hedefa 2023yan, em di qada çand, huner û turîzmê da xebatan dikin. Di vê ziyareta me da Agiriya me jî seba turîzmê girîng e û firsendên girîng lê hene. Me ev caridn ji nêz va dît û nirxand."

- "Ji ber zivistanê gelek awantajên me hene"

- Walî Varol diyar kir ku Agirî ji hêla dîrok û xweşiya sirûştiya xwe va dereke gelek dewlemend e lê îsal ji ber Kovîd-19ê zêde bername çênekirin û wiha domand: "Zivistan û avhewaya sar a ku hin em caran jê gilîdar in bo me awantajeke mezin e. Hin kesên ku nikarin dema meriv bibêje di nexşeyê da Tirkiyeyê nîşan bidin dibe ku bikevin nav fikarê dema qala Çiyayê Agiriyê bê kirin bê şik û guman ciyê wî dizanin. Ev yek him awantajeke û him jî ji bo erdnigariya li serê ye bi kêr tê. Gora Ehmedî Xanî yê ku pêşengekî girîng e jî li bajarê me ye."

Şaredarê Agiriyê Savci Sayan jî got ku digel deverên dîrokî û tûrîstîk ên li bajêr kêmhatina tûrîstan ji ber xebatên kêm nasandina bajêr e.

Sayan destnîşan kir ku ew ji bo bajêr derxin pêş û balê bikşînin serê hewl didin û di vê çarçoveyê da jî ev organîze lidarxistin.

Şaredarê Agiriyê Sayan got ku îsal ji ber şewba Kovîd-19ê wan gelek organîzasyon betal kirin lê ev xebata wan ji bo yên pêşerojê bila bibe gaveke ewil.

Di çarçoveya bernameyê da Yavuz û şandeya pê ra li qada mîhrîcanê geriyan, li peykerên ji berfê çêkirî mêze kirin û wêne kişandin.

Nûçegihanê AAyê jî bi droneyê va dîmenên peykerên ji berfê çêkirîne ji hewayê va kişand.


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.