Jiyan

Li Agiriyê çem û şadirwanên mizgeftan qeşa girt

Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 21 pileyan daket, çem û şadirwanên mizgeftan qeşa girt.

Türkan Tosun  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 04.02.2020
Li Agiriyê çem û şadirwanên mizgeftan qeşa girt

Ağrı

Hewaya sar demeke li bajêr dewam dike û tesîreke nebaş li ser jiyanê dike. 

Li bajêr rûyê çem û şadirwanên mizgeftan qeşa girt, şembelûkên dirêj çêbûn.

Paceyên mal û kargehan qeşa girt, welatiyan betanî û branda avêtin li ser wesayîtên xwe ku qeşa zirarê nede wesayîtên wan.

Welatî Omer Yaşar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr hewa pir sar e û ew gelekî zehmetiyê dikşînin.

Yaşar wiha axivî: "Zivistanê jiyana li Agiriyê zêdetir zehmet dibe. Em serê sibê bi zehmetî wesayîtên xwe didin xebitandin. Gelek caran naxebitin. Paceyên kargehan qeşa digrin. Em nikarin kargehan germ bikin. Her meh em 800 lire fatureya xaza sirûştî didin, lê dîsa jî em germ nabin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın