Jiyan

Li Agiriyê boxeyên ku giraniya wan tonek in li benda kiryarên xwe ne

Abdullah Söylemez  | 14.07.2021 - Rojanekırın : 21.07.2021
Li Agiriyê boxeyên ku giraniya wan tonek in li benda kiryarên xwe ne

Ağrı

 Bi navê "Mehmet"ê ku 1220 kîlo ye û "Aslan"ê ku tonek e du boxeyên sîmental anîn Borseya Heywanan a Agiriyê û boxe li benda kiryarên xwe ne.

Li Agirê beriya Eyda Qurbanê li Borseya Heywanan qerebalixî heye.

Li bazara heywanan rêncber û kesên li bendê ne ku bi qasî taqeta xwe ji xwe ra heywanekî qurbanê bikirin, bazariyan dikin. Li bazarê welatî zêdetir li dora dewarên terikî yên yektonê diçin û tên.

Ji dewarên ku havînê li zozanên Kosedaxê çêriyane û zivistanê jî di tewleyan da hatine xwedîkirin seba boxeyê bi navê "Mehmet" ku 1220 kîlo ye 30 hezar û "Aslan"ê ku tonek e jî 27 hezar tê xwestin.

Welatiyan li bazarê wêneya heywanên qurbanê yên ku milet li dorê digerin, kişandin.

Nedîm Kayayê xwediyê boxeyan ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî seba xwedîkirina heywanên qurbanê kedeke mezin da, ew li benda kiryaran in û wiha dewam kir, "Min ev heywanên xwe yên sîmental bi êm, korîngan û şolikan xwedî kir. Carinan kiryarên cidî dertên, lê me hê nefirotine. Em ji bo her du heywanan 57 hezar lire dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın