Jiyan

Li Agiriyê bi hatina biharê ra şivan derketin zozanan û mesaiya dijwar dest pê dike

Abdullah Söylemez  | 11.05.2021 - Rojanekırın : 15.05.2021
Li Agiriyê bi hatina biharê ra şivan derketin zozanan û mesaiya dijwar dest pê dike Abdullah Söylemez - AA

Ağrı

Piştî zivistaneke reş û dirêj, li Agiriyê hewa germ bû, çêre hêşîn bû û malbatên koçer derdikevin zozanan û wê nêzî 6 mehan li zozanan bimînin.

Li Agiriyê zozan bi çem û kaniyên xwe va her sal dibe wargeha gelek koçeran.

Li Agiriyê bi hatina biharê ra şivan derketin zozanan û mesaiya dijwar dest pê dike

Piştî zivistaneke reş û dirêj, li Agiriyê hewa germ bû, çêre hêşîn bû û malbatên koçer derdikevin zozanan û wê nêzî 6 mehan li zozanan bimînin. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )

Koçer îsal ji bo ku piştî Eyda Remezanê derkevin zozanan amadehiyên xwe kirin û şivan bi hezaran pez û berxan va pêşda derketin zozanan.

Koçer ji meha gulanê heta cotmeh û mijdarê li zozanan ji teknolojî û jiyana civakî dûr dijîn û bi alîkariya şivanan pezê xwe diçêrînin.

Şivan şev û roj li ber pez in û dişevên sir û sermayê da jî pez naterikînin, di kelekela germa havînê da jî li ber tavê pez dibirin.

Şivan bi mehan ji malbata xwe dûr dimînin, piştî 6 mehan hinek pez û berxan bi kamyonan, hinek jî didin pêşiya xwe û peyatî ji zozanan dadigerin.

Şivan bi pereyê ku qezenc dikin va zivistanê ji bo rizqê zar û zêçên xwe xerc dikin.

Ji şivanên koçeran Mehmet Bedîr ji nûçegihanê AAyê ra got ku karê wan weke ku ji derva dixuyê ne hêsan e, berpirsiyariyeke mezin dide ser milê meriv.

Bedîr got ku debara wan bi çêrandina pez û berxan dikin û wiha dewam kir:

"Kes nizane bê ka em di şivantiyê da zehmetî û tengasiyên çawa dibînin. Nayê gotin, divê meriv bijî. Bişev her kes li mala xwe ya germ da rûdinê, lê em li ber sir û sermayê radizên. Xew jî ji me ra heram e. Ji bo ku pez ranebe, serê xwe hilnede neçe û gur nekeve navê, em bişev jî nobetê digirin. Em nêzî 3 hezar pez û berxan diçêrînin, em berpirsê van in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın