Li Agiriyê alifkirina pez a li ser dirûngeyê îsal zû dest pê kir

Ağrı
Li Agiriyê îsal ji ber ku berf zû barî, li gundan alifkirina pez a li ser berfê li gorî salên berê zûtir dest pê kir.
Heywandarên ji Agiriyê yên ku bihar û havînê pezê xwe li mêrg û zozanan diçêrînin, zivistanê jî pezê xwe di goman da yan jî li ser dirûngeyê alif dikin.
Îsal ji ber ku berf zûtir barî, li gundên navçeya Taşliçayê heywandaran li pêşiya malê pezê xwe derxistin ser dirûngeyê û alif kirin.
Heywandar Îsmaîl Altan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li gorî par îsal şixulê wan ê zivistanê pir zû dest pê kir.
Altan bal kişand, heta ji destê wan tê ew hewl didin sewalên xwe baş xwedî bikin û wiha dewam kir, "Îsal zivistan zû hat. Em jî heywandariyê dikin û karê me giran e. Berfê li me surprîz kir. Îsal ji ber ku zivistan zû hat, em ê 6 mehan di bin berfê da bimînin. Ku zivistan 6 mehan biajo, ka û kes û her wiha giha dê têra heywên neke."
Heywandar Abdurrahman Altan jî diyar kir ku hewa nişkêva sar bû û wiha dewam kir, "Em rojê 4-5 saetan fena nobedê digirin, li ber pez dimînin. Ku berf û baran zêde bibare, di çavkaniyên avê da jî bereket çêdibe, nabe hişkesalî. Em ji halê xwe xweş in, hemd ji Xwedê ra. Li gund hema hema 20 hezar serî pez heye. Em havînê dertên zozanan. Ku zozan nebin jî em nikarin evqas pezî xwedî bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.