Li Agiriyê 8305 dermanên qaçax û şampoana sexte hat desteserkirin
Ağrı
Li Agiriyê 7 hezar û 295 dermanên botoksê yên qaçax û 1010 dermanên geşedana laş digel 4200 lître şampoana sexte hat desteserkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê li navçeya Bazîdê di çarçoveya dijî qaçaxçîtiyê da xebat ajotin.
Ekîban di xebatan da 7 hezar û 295 dermanên botoksê yên qaçax û 1010 dermanên geşedana laş desteser kirin.
Ji bo girtina gumanbarekî têkildarî bûyerê xebat hatin destpêkirin.
Ekîbên cendirmeyê li heman navçeyê di operasyonekê da 4200 lître şampoana sexte desteser kirin û gumanbarek binçav kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.