Jiyan

Li Agiriya ku zivistan bi zehmet derbas dibe, xwedîkirina heywanan jî bi zehmet e

Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 29.01.2026
Li Agiriya ku zivistan bi zehmet derbas dibe, xwedîkirina heywanan jî bi zehmet e

Ağrı

 Li Taşliçaya navçeya Agiriyê ya ku zivistan lê zehmet derbas dibe, heywandar di vê sir û sermayê da li ser berfê gîha radixin û heywanên xwe alif dikin.

Li navçeya ku di salên dawîn da zêde berf lê barî, karên heywandaran zêdetir bi zehmet e.

Welatiyên li gundê Kumlucayê yên ku heywanan xwedî dikin li hemberî sir û sermaya zivistanê hewl didin.

Li herêma ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 20 pileyan kêm bû û berf jî gihîşt mêtroyekê, heywandar gîha û ava heywanên xwe bi xizangan dibin baxçeyê û didin wan.

Heywandar Habîp Altan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku îsal berf zêde barî.

Altan got di vê berf û bagerê da xwedîkirina heywanan bi zehmet e û wiha axivî: "Zivistan bi zehmet derbas dibe. Em ceh, ka û gîha didin heywanên xwe. Heta ku berf dihele em wiha dixebitin. Îsal li gor salên berê zehmettir e, lê em karên xwe bi hezkirinê dikin. Em sibê û êvarê 2 danan gîha didin heywanan. Lê yên ku nû bûne, em 4 caran têr dikin. Germahiya hewayê carinan di binê sifirê da heta 25 pileyan kêm dibe. Em kincên qalind li xwe dikin û li cem heywanan disekinin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın