Jiyan

Li Agiriyê heywandar alifê pez bi xizekan va dibin ser dirûngeyê

Abdullah Söylemez  | 17.01.2022 - Rojanekırın : 22.01.2022
Li Agiriyê heywandar alifê pez bi xizekan va dibin ser dirûngeyê

Ağrı

 Li Agiriyê sir û seqema zivistanê digel cotkaran karê heywandaran jî dijwartir dike.

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Agiriyê, heywandarên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, di sir û sermaya zivistanê da jî miqatî heywanan dibin û av û alifê wan didin.

Şêniyên gundên Agiriyê yên zivistanê di bin berfê da dimînin, gihayê ku havînê didûrin û li nêzîkî gund lod dikin, zivistanê jî bi barê piştê an jî bi xizekan tînin ser dirûngeyê.

Li gundan pezê ku rêz dibe û diçe ser dirûngeyê, dîmenên rengîn derdixin holê.

Heywandar Hikmet Yeşilbaş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew li gundê xwe yê bi navê Guvendikê hem dewaran, hem jî pez xwedî dikin.

Yeşilbaş bal kişand ku xwedîkirina pez ji ya dewaran zehmettir e û wiha dewam kir:

"Li gorî salên berê îsal hewa bêtir sar û berf jî bêtir barî. Gundê me ji ber ku raqima wê bilindtir e, berf û bagera wê jî zêdetir e. Li vir bi qasî metreyekî berf dibare û lewma gava em alif dibin ser dirûngeyê em pir zehmetiyê dikişînin. Alifkirina pez pir zehmet e, lê ji ber ku em debara xwe bi heywanan dikin, em neçar in ku baş miqatî wan bibin û av û alifê wan bidin."

Haşmet Bulut jî bal kişand ku di rojên bi berf û bager da digel alifkirina pez, ew berfa li ser avahiyan jî diavêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın