Jiyan

Li Agiriyê ekîbên paqijkirina berfê bi şev û roj dixebitin

Abdullah Söylemez  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Li Agiriyê ekîbên paqijkirina berfê bi şev û roj dixebitin

Ağrı

Li Agiriyê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, ekîbên rêbejayê ji bo ku di hatin û çûyînê da tengasî çênebe şev û roj xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Li bajêr ji ber berfa ku di rojên dawîn da dibare, dem demî di hatin û çûyînê da tengasî çêdibe.

Ekîbên Şeftiya Şaxa 123emîn a Rêbejayan ji bo ku welatî tengasiyê nekşînin, xebatên paqijkirina berfê bênavber didomînin.

"Pilingên berfê" bi 41 makîneyên kar va li ser rêbejeyan dixebitin.

Rêya ku Agirî û Qaxizmana navçeya Qersê bi hev va girê dide ji ber berfa zêde ya ku di rojên dawî da barî, ji hatin û çûyînê ra hatibû girtin ku ji bo vekirina rê xebatê dest pê kir.

Ekîban bi 4 makîneyên kar va beşeke mezin a rê ji hatin û çûyînê ra vekirin.

Ekîb li herêma Bihûreka Yukarikentê ya ku 2 hezar û 270 mêtro ji asta behrê bilindtir e jî tevî şert û mercên hewayê yên dijwar, xebatên xwe didomînin.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên xebatên paqijkirina berfê yên ku bi serkêşiya Rêvebirê Şaxê Osman Okten va tên meşandin, bi dronê kişand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın