Jiyan

Li Agiriyê di xaniyekî metrûk da 14 koçberên bêdestûr hatin girtin

Abdullah Söylemez  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Li Agiriyê di xaniyekî metrûk da 14 koçberên bêdestûr hatin girtin

Ağrı

 Li Dogubazîda navçeya Agiriyê di xaniyekî metrûk da 14 koçberên bêdestûr hatin girtin, der barê bûyerê da 2 bersûc hatin tewqûfkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr hat dayîn, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînoran der barê qaçaxcîtiya koçberan da xebat kir.

Di vê çarçoveyê da li navçeya Bazîdê di avahiyeke metrûk da lêgerîn hat kirin û 14 koçberên bêdestûr tê da hatin girtin.

Koçberên bêdestûr piştî kar û barên li ewlehiyê teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koça Bajêr kirin.

2 bersûcên ku ji ber îdiaya qaçaxcîtiya koçberan hatin binçavkirin, li ewlehiyê piştî kar û baran dadgeriyê biryara tewqûfkirina wan da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın