Jiyan

Li Agirî, Erdexan û Îdirê sir û serma dewam dike

Abdullah Söylemez, Günay Nuh, Anıl Aydın, Sabri Sarcan  | 29.01.2026 - Rojanekırın : 31.01.2026
Li Agirî, Erdexan û Îdirê sir û serma dewam dike Sabri Sarcan

Ağrı

 Li Agirî, Erdexan û Îdirê sir û serma dewam dike, mij û dûman heye.

Li Agiriya ku hewa sar e, mij çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû.

Ji ber sermayê motorek cemidî, welatiyan di binê wê da agir vêxistin ku ew bixebite.

Heta ku motor xebitî welatiyan gelekî hewl dan.

- Erdexan

Li Erdexanê hewa sar e û mij heye.

Li navenda bajêr ji ber sermayê qeşa û qiravî çêbû.

Li bajarê ku germahiya hewayê di binê sifirê da 20 pile hat pîvan, li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.

Mija ku li navenda bajêr çêbû mesafeya dîtinê kêm kir.

- Îdir

Li Îdirê jî ji ber sermayê çem cemidîn.

Li bajarê ku germahiya hewayê di binê sifirê da 10 pile hat pîvan ji ber ku kanî cemidîn, welatiyan ji kaniyên gund av kişandin mala xwe.

Welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sir û sermayê biparêzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın