Li Adiyemanê tanker û otomobîl li hev qelibîn kesek mir

Adıyaman
Li Adiyemanê tanker û otomobîl li hev qelibîn, di encamê da kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbeja Adiyeman-Golbaşiyê li texma pira Çeqelê, tankera çementoyê ya bi plaqeya 27 BBD 342 ku S.D diajot û otomobîla bi plaqeya 02 AEZ 800 ku navê ajovan nayê zanîn li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê û polês hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê tesbît kirin ku Abdulhamit Tabakê rêwiyê otomobîlê canê xwe ji dest daye.
Furkan Karadag û Muslum Polat ên ku di qezayê da birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyemanê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Polatê birîndar giran e.
Cenazeyê Tabak piştî lênerîna li cihê bûyerê rakirin morga nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.