Jiyan

Li Adiyemanê otobêseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn, 3 kes mirin

İsmail Kaya, Orhan Pehlül  | 12.01.2026 - Rojanekırın : 12.01.2026
Li Adiyemanê otobêseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn, 3 kes mirin

Adıyaman

Li Adiyemanê otobêseke rêwiyan a ku di navbera bajaran da sefer dikir û otomobîl li hev qelibîn, di qezayê da 3 kes mirin.

Otobêseke rêwiyan a ku şofêrê wê S.B. û plaqeya wê 02 DG 353 ye, li nêzîkî gundê Habîplerê yê li ser rêya Kehta-Adiyemanê li otomobîla ku şofêrê wê Mahmut Încî (34) û plaqeya wê 02 ACU 651 e qelibî.

Li ser cawdayînê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê da şofêrê otomobîlê Încî, Zahîde Esen (32) û Ramazan Încî (5) ên ku di otomobîlê da bûn, mirin.

Ji ber qezayê rê ji hatin û çûyînê ra demekê hat girtin, lê piştî ku ekîban xebatên xwe temam kirin rê dîsa hat vekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın