Li 7 bajarên Rojhilatê germa hewayê wê li gor demsalê be
Erzurum
Li Erzirom, Erzîncan, Agirî, Îdir, Tuncelî, Erdexan û Qersê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be, aliyên bakurê rojhilat jî dem demî wê pir ewrayî be.
Ji nîvro pê va li der û dora Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur bayekî nerm û dem demî jî wê nîveqewî bê.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 34, li Erzincanê 32, li Îdir û li Agiriyê 30, li Erziromê 28, li Qersê 25 û li Erdexanê jî 22 pile tê payîn.