Jiyan

Li 7 bajarên Rojhilatê Anadoluyê kuçe û kolan xalî man

İbrahim Atmaca  | 28.02.2021 - Rojanekırın : 01.03.2021
Li 7 bajarên Rojhilatê Anadoluyê kuçe û kolan xalî man

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dayîn da kuçe û kolan xalî bûn.

Sînordarkirina derketina derva ku li tevahiya welêt heye, wê di 1ê adarê roja duşemê saet 05.00î da kuta bibe. Di çarçoveya sînordarkirinê da li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê kuçe, kolan, meydan û qadên dîrokî xalî ne.

Li 7 bajarên herêmê ji xeynî kesên ku destûra wan heye, hat dîtin ku di kolanan da kes tuneye.

Hêzên asayîşê wesayîtan jî didin sekinandin û belgeyên şofêr û rêwiyan kontrol dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.