Li 6 bajarên Rojhilatê berf barî û hewa sar e
Erzurum
Li Erzirom, Agirî, Erdexan, Îdir, Tuncelî û Qersê berf barî û hewa sar e.
Li Erziromê berfa ku duh dest pê kir, heta derengiyê şevê dewam kir û hewa sar bû.
Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê di binê sifirê da 12 pile nîşan da, paceyên wesayîtan qeşa kişand, rê û peyarê bi berf û qeşayê nixumîn.
Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin û qeşaya li ser paceyên wesayîtan jî verotin.
Li bajêr xebata ekîban a paqijkirina berfê ya bi makîneyên kar va dewam dike.
- Agirî
Li Agiriya ku bi berfê nixumî, dîmenên navenda bajêr û çiyayên li derûdorê bi dronê hatin kişandin.
Li bajêr berfa ku duh dest pê kir, bi şev zêde kir.
Hin caran bager rabû, navenda bajêr û dora wê bi berfê çîlspî bû.
Dîmenên Baxçeyê Gel, navenda bajêr û taxan bi dronê hatin kişandin.
Welatiyan berfa li ber kargehên xwe bi bêran paqij kir.
Ekîbên rêbejayê jî berfa li ser rêyan paqij kir.
- Erdexan
Li Erdexanê hewa sar e û berf dibare.
Germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 13 pile hat pîvan.
Li bajêr ji ber sermayê li ser rêyan qeşa çêbû.
Li deverên bilind ên bajêr berf barî û dem demî bager rabû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî ji ber berf û sermayê li ser hin rêyan cemed çêbû.
Ekîb li ser rêyan xebitîn ku berfê paqij bikin.
Lûtkeya hin çiyayan bi mij û dûmanê nixumî.
- Qers
Li Qersê jî berf barî, navenda bajêr û gund çîlspî bûn.
Keleha Qersê û mekanên dîrokî yên di bin berfê da man, dîmenên xweş derxistin holê.
Li navçeya Sariqamîşê daristanên çamê û her der çîlspî bû.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîş û Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayan bê navber xebatên paqijkirina berfê û reşandina xoyê ya li ser rêyan domandin.
Li herêma Mescîtliyê ya li ser rêya Qers-Erziromê ji ber berf û bagerê di hatin û çûyînê da astengî çêbû.
Hin TIR ji ber ku nikaribûn baş herin, şofêrên wan zincîr girê dan û rêwîtiya xwe wisa domandin.
Şofêr Kerîm Çiftçî ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku berf û bager zêde ye, wesayît li ser rê asê ma û ji ber vê yekê ew zincîrê girê didin.
Şofêr Tunay Yilmaz jî got ekîb dixebitin, lê ew ji hemû şofêran ra dibêje ku bila baldar bin û Xwedê tu qeza û belayê nede.
- Îdir
Li Îdirê jî ji ber berfa zêde hem deverên bilind û hem jî navenda bajêr çîlspî bû.
Ji ber berfê li ser rêyên Îdir-Nexçivan, Agirî û Qersê xebatên paqijkirina berfê dest pê kir.
Ekîbên şaredariyê li kolanên ku bi berfê nixumîne xoyê direşînin.
Hin esnafan jî berfa li ber kargehên xwe paqij kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
