Li 5 parêzgehên Rojhilatê ji ber berfê rêya 220 cih û waran girtî ye
Tunceli
Li Tuncelî, Qers, Erdexan, Erzirom û Erzinganê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 220 cih û waran girtî ye.
Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêya 39 taxan girtî ye.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Li Tunceliyê 125, li Erzinganê 51, li Erdexanê 3 û li Qersê 2 gund rêya wan ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê girtî ye.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
